LEWEND HISÊN
Li gor hemî belge û lêkolînên ku li ser dîroka gelê kurd û welatê wî «KURDISTAN»
hatine nivîsandin, ev milet rastî gelek komkujiyan û stemkariyê hatiye, û wek gel welat hatiye parçekirin du caran, yekemcar di navbera Imperatoriya Osmaniyan û
Farisan, û cara diwem di navbera Turkiyê, Sûriyê, Îran û Îraqê
Ev parçebûn bûye sedemek sereke ku êdî bi kîn û dijwarî li dijî hemî gotin û peyvên
ku rastiya evî miletî ya cugrafî û dîrokî gava hin nivîskar, rojnamevan û çalakvan
bînin ziman
Tenê emê rawestin li ser rewşa parçeyê Kurdistan, yê tevî dewleta Sûriyê bûye, ka
çawa rastî gotara kînî û kêmkirinê bûye
Desthilatdarên dewlata Sûriyê
Heger em vegerin dîroka damezrandina dewleta Sûriyê û helwesta hemî rêjîmên
desthilatdar, tevan ew gotara kînî li dijî gelê kurd bi kar tanîn, mîna gotina ev miletekî
koçere, ji welatên Hindê-Sindê hatine û bi xwe kes nizane koka wan çiye
Ewan desthilatdaran hemî cureyên dijayetiyê û kînî di gotarên xwe de bi kar anîne
ewan ola Islamê jî kirine alavek bo şerê Kurdan di gotarên xwe de, wek gotina
zimanê kurdî zimanekî dunyayî ye, û pêwiste kurd xwe fêrî zimanê QURANê bikin ku ew zimanê Erebî ye; bi vê gotarê jî dixwestin zimanê kurdî li ber çavên kurdan bi xwe reşbikin
Helbet dema ku kurd bi zimanê xwe jî di axivin, yan jî peyva «Kurd, Kurdistan
Rojava …. û yd» tînin ziman, yekser tên tawanbarkirina bi tawana nijadperestiyê,
diyare tenê ku kurd guftûgoyê bikin li ser rastiya xwe, dibe gunehkar û gotara kînê
belav dikin
Kurd û rûbirûbûna maşîna kînî

Rewşenbîr û reojnamevanên kurd, rastiya Dîrokî û Cografî ya gelê xwe
guhpaşxistine mixabin, ne di nivîsandinên xwe de, ne jî di cureyên raportên xwe yî
rojnamevanî de di alavên ragihandinê de, tu carî li ser nenivîsandine, ya herî krêt û
çewt ku ewan bi xwe xwe dûrî bi karanîna taybetmendiya gelê xweyî kurd kirina, tê
wê wateyê ku ew bi xwe bawerin ku taybetmendiya kurdî bînin ziman, di kevin xana belavkirina gotara kînê
Heger em bala xwe bidin alavên ragihandinê, çi yên li RojavayîKurdistan,yan
jî Başûrî Kurdistan,bi tevayî dema ku li ser Rojavayî Kurdistan di axivin, dibêjin (BakurRojhilatî Sûrî, Bakur-Rojavayî Sûrî), ew jî bi mehna ku pêkhatiyê din wek Ereb,
Suryan û yên din, nabêjin kurd kînçîne û tenê ji xwe re karûxebatê dikin

Her milet û pêkhatî xwediyên taybetmendiyên xwe ne, ji mafê wane ku ,
dîroka xwe çanda xwe, wêjeya xwe bi parêze û belavbikin û vejîne. Kurd rastî hemû cûreyên binpêkirinê û jibîrkirinê
bûne, ne tenê di astê neteweyî de, lê di warê Çandeyî de jî, û îroj di aliyê ragihandinê de jî
Diyre ku metirsiyek hatiye çandin di hişê hemî rewşenbîr û rojnamevanên kurd, ew jî
taybetmendiya gelê kurd, pêwiste ku xwe dûrî bikin ji bo avakirina civakek bê kîn; ev
bi xwe yek ji siyasetên dagîrkerên kurdan ne, ku pilaneke ji bo kurdan hilweşînin di
nava netewên dagîrker de
Li vir erkek li ser milê rewşenbîrên pêkhatiyên din heye, ku piştgiriya vejandina
Çanda gelê kurd bikin li Rojavayî Kurdistan, û di rêya civatên axaftinên hevbeş li ser van babetan rawestin Û bi hev re, evan
xalan şirove bikin û çareyan jêre duristbikin, ne tenê wisa, belê bibin alîkarên gelê kurd, yên ku bittir ji hemî pêkhatiya rastî pirojeyê dijayetiyê û kînê bûye
Asoyên çareseriya evê pirsgirêkê
Wek ku diyare hemî pirsgirêk çare ji wan re hene, di rêya lêkolînan û gera li çareyan,
ew jî erkên pispor û zanayên civakê ye, divêt rola alavên ragihandinê li ber çavan be
çimkî ew alav hoyên têkiliyê ne bi welatiyan re, di rêya alavên ragihandinê re, em
dikarin nerînên çewt serrast bikin, bi danîna bernameyên civakî ku di wan de welatî amadebin û bi axivin bi amadebûna pisporan, ku wê çareyan bibînin ji wan ramanên kînî yên ku bi serê salman di serê
wan de hatiye meyandin li ser taybetmendiyên kurdan
Rêkxistinên civaka bajarvanî (Sivîl) jî xwedî rolên giringin di çareserkirina evan
pirsgirêkan de, dema ku bi erkên xwe rabin û yasayên civaka bajarvanî şirove bikin ji
welatiyên hemî pêkhatiyên civaka Sûriyê, bi taybetî li herêmên Rojavayî Kurdistan,
pêre jî hemî pêkhatiyan komcivînên giştî li darxin û vekirî li ser hemî pirsgirêkan bi
axivin bê tirs, ji bo karibin ewê kînê û dijayetiya hatiye çandin ji serê wan derxin, yan jî nekin ku helwestên dijheviyê di civakê de cihê xwe bigrin
Di heman demê de, her rola rojnamevan û alavên ragihandinê; ew ya serekeye, divêt
evan çalakiyên rêxistinên sivîl belvbikin û piştgirê wê bin, bi amadebûnê li
komcivînan û belavkirina raportan di alavên ragihandinê de û hevpeyvîn bi
amadebûnan re, çi welatî çi berpirsên rêkxistinên sivîl, di gel amadekirina hin
bernameyan li dezgehên alavên ragihandinê bi mêvandariya pisporan bo axaftinê li ser ev pirsgirêkê Û çareyên
durist û rewa li gor yasayê mafên mirovan û gelan

By admin-z