Zêna Ebdê
damezrandina rojameya kurd
Li bajarê Qahîre yê Misirê di 22ê Nîsana 1898an a Zayînî 30ê Zûlqadeya sala 1315an Koçberî de, rojnama nîvmehî ya «KURDISTAN»ê ku ji 4 rûpelan pêk dihat bi serokatiya Miqdad Midhet Bedirxan Paşa, Emîr girava Bûtanê, û li çar parçeyên Kurdistanê li seranserî Sûriyê bi hejmareke mezin hat belavkirin. Lê belê, mîrza Rewşen Bedirxan hertim amaje dikir ku ev rojname berî ku li Qahîreyê derbikeve li Stenbolê derdiket û hejmarên wê (1-5) li Qahîreyê û (6-19) li Cinêvê derdiket û ev hejmarên rojnamê birayê wî Ebdulrihman Beg birêvebirin; û hejmarên (20-23) dîsan bi çavdêriya Sûreya Bedirxan li bajarê Londinê derketin, hejmarên (25-29) li bajarê Folkestone yê Îngilîzî, û hejmarên (30-31) ) li Cinêva, Swîsre derketin. Piştî 14ê Nîsanê 1902 Zayînî – 6 Muherrem, 1320 Koçberî hew derket.
Miqdad Midhet Bedirxan ji bo rojnameya xwe ya ku bi zaravayê kurmanciya bakur û bi tîpên erebî dihat nivîsandin, navê «KURDISTAN» hilbijart, û xwest peyamekê bide gelê kurd da ku wan gur bike û hestên neteweperestiyê li dewleta Kurdistanê şiyar bike.
Rojnamegeriya Kurdî bi giştî di qonaxên cihî û demkî de pêş ket, ji destpêkirina rojnameya «KURDISTAN», ku xwezaya siyasî bû, li gel naveroka çandî, ku pêdiviyên gelê Kurd tannin ziman, pesnê kelepor û kultûra Kurdî didan û pêre folklore jî.
Ev hemû geşedan ne vala bûn, berpirsiyariyeke mezin danî ser milê rewşenbîrên kurd da ku rojnamegeriya xwe biafirînin, ku hinekî dereng hat, ji ber nebûna çîneke rewşenbîrî ya têkildar bi kar û barên kurdî re, û her weha nebûna mirovên xwenda, di nîvê duyemê sedsala 19an de, pêdiviya herî lezgîn di warê perwerdehiyê bû xwendin, lewra ew bû yek ji dirûşmên herî diyar yên tevgera kurdî ya wê demê.
Di sala 1991’ê zayînî de, piştî serhildana milyonî li başûrê Kurdistanê, tevgera çandî û medyayî di asteke baş de gur bû.
Di 26ê Çiriya Pêşîn a sala 1931ê zayînê de, hikûmeta Sûriyê daxwaza ku ji aliyê mîr Celadet Bedirxan ve hatibû pêşkêşkirin, pejirandibû, ku kovara wî ya bi navê «Hawar» bi vê naverokê: alfabeya kurdî û ferhengeke kurdî ji bilî gelek helbestan, hat çapkirin li Şamê di 15ê Gulana 1932an de, û di sala 1943an de weşana wê rawestand.
Di 1ê Nîsana 1943an de Mîr Celadet Bedirxan li Şamê kovara «Ronahî» ya bi zimanê Kurdî derxist, ku her meh derdiket û hejmara wê ya dawîn, 28 adara 1945an de derket, û di 3 gulanê de 1943ê, Dr. Kamîran Bedirxan kovara «Roja Nû» bi kurdî û fransî derxist.
Rojnamegeriya Kurdî li Sûriyê bi giştî rastî astengî û rewşên dijwar bû negihîşt astên pîşeyî yên pêwîst, ji ber gelek astengî û kêşeyan, ku bûn sedem di destpêka xwe de, tenê kar bi çavkanî û amûrên pir hêsan hat kirin, di ragihandina partiyetî de hat sînorkirin; ku ew neçar kir tenê mijarên taybetî yên girêdayî çanda kurdî pêşkêş bike û biweşîne; Di nav rojnameyên partiyetî yên wê demê de rojnameya «Dengê Kurd» bû, ku ew zimanê Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê bû, ew wek yekemîn partiya kurdî li Sûriyê di sala 1957ê zayînî de hatiye damezrandin.

Rewşa rojnamevaniyê li Sûriyê piştî salên 90 di sedsala bûrî de
Îro rojnamegeriya Kurdî di tevgera ragihandinê ya Rojavayê Kurdistanê de, piştî gelek nakokî û tevgerên ku ji salên şêstî yên sedsala bûrî heta niha ji aliyê tevgerên Kurdî ve hatine kirin, bi taybetî piştî salên notî yên sedsala bûrî de, ku gelek di salên şêstî yên sedsala bûrî de kovarên kurdî derdiketin, kovara «Gelawîj», kovara «Wêjeya kêşeyê», kovara «Jîn» û herwiha kovara «Bihar» ku ji aliyê partiyên kurdî ve dihat derxistin û kovara «Elminber».
Di salên heştêyî de sedsala bûrî, ji aliyê gelek partiyan ve karê çandî û ragihandinê hate vejandin. Di sala 1982’an de li bajarê Qamişloyê girûpek çandî hate avakirin ji ji aliyê komeke rojnamevan û nivîskarên wê demê û her roja sêşemê civat lidardixistin, piştî sala 2000’î her sê mehan carekê di civiyan heya sala 2004ê.
Wê demê çend kovar bi zimanê kurdî derdiketin, wek kovara «Stêr» ya wêjeyî ku ji aliyê Partiya Hevgirtina Gelê Kurd ve, û kovareke din jî ji aliyê Partî ve, paşê Partiya Yekîtî kovarek bi navê «Pirs» derxistin, li gel damezrandina kovara «El-Hiwar» bi çavdêriya Dr. Azad Elî, û hîn jî berdewame, û kovarek din bi navê «Ecras» (Zingil).
Di sala 1989’an de kovara «Gurzek Gul» ji aliyê Konê Reş û Ebdulbaqî El-Huseynî ve hat derxistin, û di sala 1990’an de jî kovara «Zanîn» derket, ku di wê demê de gavek pîroz bû, ew li Şamê dihat çapkirin, hejmarek ji nivîskar û rojnamevanên herêmê tê de nivîsandin.
Piştî wê kovara «Aso» derket ji aliyê Hafiz Ebdulrehman, Siyamend Ibrahîm û Ebdulselam Darî ve bi hevkariya Selah Berwarî û bi alîkariya Reşîd Heso, di salên 1990’an de gelek pirtûkên kurdî hatin wergerandin, ku Mihemed Ebdo El-Necarî wê demê endamê Wezareta Rewşenbîrî ya hikûmeta Sûriyê bû, ku ew bû alîkar di çapkirin û belavkirina pirtûkên zarokan de; Siyamend Ibrahîm jî di wê qonaxê de erêkirin stand bo çapkirina pirtûkên fêrkirina zimanê kurdî bi navê «Elfabeya Kurdî», ku ew qonax hat binavkirin qonaxa Bêhnvedanê.
Sala 1990 zayînê, ji kovara «Afrandinên Sosyal» jimareke wêjeyî ya kurdî derket û roleke berçav di komkirin û geşkirina kolana giştî ya kurdî de list, pêre jê komîta Herêmê ya partiya Komonîst li Qamişlo bi navê «Mewasim» Hejmara 0 di sala 1992’an de weşand û berdewam kir heta sala 2000’an.
Piştî sala 2000’an ya zayînî rojnamegeriya elektronîk derket, ku weke hêzeke piştgir ji weşanên Kurdî re bû di belavbûn û gihandina wê de ji bo beşekî berfirehtir bû alîkar. Di wê demê de yekemîn malpera kurdî ku hat avakirin (Amude.com) bû û piştre malperên din hatin damezrandin, wek Qamişlo, Efrîn, Tîrêj, Keskesor û malpera (Gemiya Kurda) di sala 2005ê piştî Serhildana Qamişlo ya sala 2004-an, li gel malpera (Welatê Me) ku heta niha berdewam dike.
Piştî sala 2012’an gelek rojname û kovar, yên kaxezî û yên elektronîkî, bi Kurdî û Erebî hatin weşandin; her wiha gelek dezgeh û malperên dengî-dîtînî jî hatin avakirin, ku «Ronahî TV» û «Arta» Radyo di nav dezgehên ragihandinê yên dengî-dîtûrî yên yekemîn de bûn.

؟Gotar û tevgera ragihandinê îro çawa ye
Piştî destpêkirina şoreşa Sûriyê di sala 2011ê de, çend şêweyên rojnamevaniyê li tevahiya erdnîgariya Sûriyê xuya bûn, bi taybetî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, ku niha hinek taybetmendiya wan di warê siyasî, ewlekarî, sivîl û ragihandinê de heye.
Ragihandin li herêmê nêzîkê damezrandinê ye û gelek dezgehên rojnamevanî, dîtbarî û dengî derketine, çi girêdayî rêveberiya xweserî yan serbixwe ne, ji bilî sazî û sendîkayên serbixwe wek Toreya Rojnamevanên Kurdên Sûriyê «SKJN», piştre Yekîtiya Ragihandina Azad û Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê.
Tevî derxistina yasayan ji bo birêkûpêkkirina karê rojnamevaniyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê hîna jî gelek astengî û kêşe hene li pêşiya xebatkarên ragihandinê û rojnamevanan di dema karê xwe yê rojnamevanî û ragihandinê de, ku hin caran hinan bêpar dikin ji dazanînan; ji alîkî din ve nebûna şarezayên akademîk û nebûna xebatên pîşeyî yên sazî û dezgehan, ku divê di nava her saziyekê de yasa û pirensîpên taybet yên karê ragihandinî hebin, ji bilî baweriya rêzgirtinê ya medyayê ku civaka rojnamevanî pê girêdayî ye.
Piştî destpêkirina şoreşa Sûriyê sala 2011an, herêma me bû navçeyeke şer û pevçûnên çekdarî yên metirsîdar; Ji ber vê yekê, pêwîstiya parastina rojnamevanan û berevanî di ber wan de weke erkekî sinceyî yê pîşeyî ji bo ragihandinê bi giştî û ragihandina kurdî bi taybetî, bi sivikirina binpêkirinan; lê hinekî kêm bûn piştî ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dest danî ser rêveberiya herêmê.
Derbarê bibelgekirina binpêkirinên rojnamevaniyê li herêmê, Toreya Rojnamevanên Kurdên Sûriyê, ku yekane sazî û dezgehek serbixwe ye li herêmê, hemû binpêkirinan tomar dike, di nav de kuştin, windakirina bi zorê, binçavkirin, girtina bê sedem, gef û êrîşên laşeyî, û çewisandin û armanckirina rasterast a tîmên ragihandinê, ji bilî bisînorkirina azadiya raman û derbirînê ji aliyê hemû aliyên şer ve, toreyê parastina hemû hevkarên jin û mêr yên rojnamegeriyê weke pêwîstiyeke lezgîn û erkeke sinceyî dibîne, lewra ew çavdêriyê dike û Binpêkirinan belgedike. Nivîsîngehê di raportên xwe yên salane de asta binpêkirinan û zêdekirina binpêkirinan belgeh kir û banga tirsê li ser pêşeroja karê rojnamevanî û azadiya ragihandinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.
Heya niha,Tevî hemû guhertinên siyasî, aborî, ewlekarî û civakî û tevî derxistina yasaya ragihandinê ji aliyê Dezgeha Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser li herêmê, lê dîsa jî azadiya rojnamevaniya Kurdî hinekî bi sînor maye,û Ji bo pêşxistina rojnamegeriya kurdî ya dîtbarî, dengî û çapkirî, di nav de jî medyaya civakî, pêwîstî bi hemû rojnamevanên kurd heye ku zêdetir hewl bidin û bêtir pêşkêşî bikin.

By admin-z