Ev rapor hatiye belavkirin bi hevkarî di navbera Toreya Rojnamevanên Kurdên Sûriyê (SKJN) û Toreya ASO ya Nûçeyan di programa hevkariyê ya di çarçoveya projeya “Jin”, li ser “mafên mirovan û azadiyên giştî”

Nuhrîn Ebdilqadir

Rojnamegerîya azad û serbixwe giringtirîn bingehên
Demukrasî û mafên mirov e,roleke xwe yî sereke heye ji bo bidestxistina zanyarî û ronîkirina çewisandin û kiryarên ne dadmendane.

Hin rolên ku rojnamegerî pê radibe ji bo şopandina mijarên mafên mirov û azadîyên giştî:
1- Ragihandina bo cemaweran: ragihandin alava sereke ye bo veguhestina zanyarî û nûçeyan ji cemaweran re, di rê ya misogerkirina şopandina rojnamegerîyê ji mijarên mafên mirov re, her weha rojnamegerî dikare welatiyan agahdar bike bi mijarên gring, û çewisandin û setem û rûberiyên têne pêşiya mafê mirov, û azadîyên giştî.

2- Çavdêrî û şopandin: alavên ragihandinê rolek e zîndewerî di şopandin û belgekirina çewisandina mafê mirov de dilîze; di rê ya lêpirsînên rojnamevanan û belgekirina gewahînameyan re, rojnamegerî dikare çewisandin û gendelî û setemê nîşan bide, û lêpirsînên gerek in bike, ji bo diyarkirina rastiyan.

3- Fişar li ser destelatê: rola rojnamegerîyê giring e bo fişarê li ser destelatê bike, û bi rengekî çêtir mafên mirov biparêze; Di rê ya belavkirina bîrwerî û amdekirina giştî de, û rê veke bo guftûgoyan, rojnamegerî dikare fişarê li ser destelat û dezgehên fermî bike; ji bo geşkirina siyaset û zagon û kiryarên girêdayî mafên mirov û azadîyên giştî.

4- Balkişandina navnetewî:rojnamegerî dikare bala guhdana navnetewî bikşîne ser mijarên mafên mirov bi rengekî fireh di alavên ragihandina navdewletî de, ku dikare fişara navnetewî li ser destelat û dezgehan gûr bike; ji bo li gor pîvanên mafên mirovan yên navnetewî bimeşin

5- Piştgirtina qurbanî û civakên paşguh: rojnamegerî dikare rolekê bilîze ji bo piştgirîya qurbanî û civaka paşguh, di rê ya gihandina dengê kesên rastî regezperstî û setemê tên, û ronîkirina çîrok û ezmûnên wan, rojnamegerî dikare hem bîrwerî û hem mafê wan geş û misoger bike, û dadmendîyê pêk bîne.

Tevî wilo divê em jibîr nekin ku şopandina mijarên mafên mirov rastî rûberîyên corecor tê; wek rêgirtina li ber azadîya rojnamegerîyê û çavdêrîya destelatî ,her weha gef û êrîşên li ser rojnamevanan.

ji ber wilo hebûna parastinek xurt ji azadîya rojnamegrîyê re û saxlemîya rojnamevananre giring e, di gel peydakirina xwezayekê ku alîkar be ji bo çêbûna lêpirsîn û lêgerîn û veguhestinek e azad.

Merov dikare bêje ku rojnamegerî rolek e berbiçav di şopandina mijarên mafên mirov û azadîyên giştî de dilîze, her weha lêpirsînên rojnamegerîyê û bîrwerî û fişara giştî û piştgirîya qurbanîyan; xwedî pişk in di geşkirina dadmendîyê û lêpirsîn û pêkanîna guhertinê di civakan de.

Hin xalên din hene divê berbiçav bin nexasim rola rojnamegerîyê di şopandina mijarên mafên mirov û azadîyên giştî de:
1- Zelalî û lêpirsîn: rojnamegerî roleke birra dilîze di geşkirina zelalî û hesabdîtina bi kesên di destelatê de li ser kiryarên wan, û di rê ya lêpirsîna çewisandinên mafên mirov, û têhildan di derheqê wan de, alavên ragihandinê muxalefeyan berçav dike û alîkar e ji bo hesabdîtinê bi berpirsên wê re.
Ev yek dikare çanda zelalî û destpaqijiyê di hemî dezgehên giştî û taybet de peyda bike.

2- Piştgirtin û bîrwerî: rojnamegerî dikare bibe meydana piştgirtin û bilindkirina bîrwerîyan derbarê mijarên mafên mirov û azadîyên giştî de, di rêya raporên kûrmijar û rojnamegerîya lêpirsîyane û gotarên poçûnê re, rojnamegerî dikare balê bikşîne ser civakên paşguh, û regezperesî û setema civakî, û çewisandina azadîyên sivîlane.
û di rê ya peydakirina deng ji bo kesên ku dengê wan nayê guhdar kirin di gelek caran de; alavên ragihandinê dikarin rê xweş bikin ji bo guftûgoya giştî û piştgiriyê bike ji bo guhertinek e erênî.

3- Fêrkirin û piştgirî: şopandina ragihandinê ji bo mijarên mafên mirov ne tenê bi ragihandina cemaweran e, lê kar dike ji bo piştgiriya kesayetiyan,û ji bo bidestxistins mafên wan û kiryarên gerekî wê, û zanyariyan bidest bixe, rojnamegerî alîkarîya xelkê dike ji bo ku mafên xwe û azadîyên xwe yên sereke nas bikin, û piştgiriya wan dike ji bo stendina biryarên bi ronî, û beşdar bibin di hevpişkên sivîlane de, û bervanîya mafên xwe û mafên kesan bikin.

4- Pirayek e ji bo guftûgoyê: rojnamegerî dikare bibe pira di navbera girûpên ji hev cuda di civakê de, di rêya peydakirina guftûgoyê û pêşkêşkirina nerînên corecor, alavên ragihandinê dikarin çanda danûstendin û hevderdî û lêborînê geş bikin.

Û ev gelekî giring e bi taybet di rewşên ku mijarên mafên mirov girêdayî perçebûnên civakî û çandî û siyasî bin,û di rêya geşkirina guftûgoyê re rojnamegerî dikare alîkar be di dîtina çareseriyên aştiyane û hevgirtina civakî de.

5- Fişar û hevsozîya navnetewî: rojnamegerî roleke birra di bilindkirina bîrwerîya navnetewî û çêkirina hevsozîyê ji bo mijarên mafên mirov dilîze, û di rê ya şopandinên xwe de; rojnamevan karin balê bikşînin ser mijarên mafên mirov yên navxweyî, yên ku dibe hayê kesî ji Cîhanê jê tunebe,û ev yek dibe ku fişarên navnetewî peyda bike li ser destelat û dezgehan ji bo çareserkirina çewisandinên der heqê mafên mirov û cîbicîkirina çaksaziyên gerekî wê.

Ya giring ew e ku hayê me jê hebe ku dîmenên ragihandinê ji hev cuda ne, wek cudabûna deveran,û hêza rojnamegerîyê di lîstina rola xwe de ji bo şopandina mijarên mafên mirov, dikeve bin bandora hin tiştan de, wek azadîya rojnamegerîyê, û yasa û rewşa civakî û siyasî, lê tevî wilo rojnamegerîya azad û serbixwe û pirsiyar tiştekî sereke ye ji bo geşkirina mafên mirov û pêşketina civakî, û avakirina civakek e dadmend û giştane

https://www.facebook.com/share/p/Q1jynyMnR9hAoifR/?mibextid=oFDknk

By admin-z