Ebdulrehman Xelîl

Ev rapor hatiye belavkirin bi hevkarî di navbera Toreya Rojnamevanên Kurdên Sûriyê ( SKJN) û Toreya ASO ya Nûçeyan di programa hevkariyê ya di çarçoveya projeya “Ragihandin me kom dike” de, derbarê “xurtkirina rola Ragihandinê li dijî balkêşkirin û axaftinên nehezkirinê ji bo civakeke hevgirtî”

  • hêzên ewlehî li Sûriyê, bi pilansaziyan gotara kînê dinava civaka Sûriyê de belav dikirin, û tovê dijatiyê dinavbera pêkhateyên Sûriyê de di çandin
  • hin zarok dibin navê ku delalî ye,heskirina wî cudaye û guhdan jî pê heye bêtir ji xwişk û birayên din,ev yek kîneke veşartî di afirîne û di paşerojê de dibe ku bandoreke xerab di têkiliyên wan xwişk û biran de çêbike
  • Di civaka Erebî de û ta radeyekê di civaka kurdî de jî,hin kes hebûn du jin û sê jin û çar jinên wan hebûn,jiber ku hevjînê wan nikarîbû pêdiviyên wan jinan wek hev bicî bîne,di encamê de kîn û nefret dihate afirandin
  • Berî xesû bûkê bi guhêze,pilanên xwe amade dikirin bê çawa wê bûkê çavgirtî bihêle û wê têxe bin kontrola xwede
  • Civaka Erebî û Kurdî civakeke nêratiye,û qedir û qîmet herdem ji mêran reye…
  • Mamosteyên dibistana jî kîn û nefret di afirandin!

By admin-z