Roja Înê û Şemiyê 11 û 12ê Tebaxa 2023an, li bajarên Qamişlo, Hewlêr û Vûppertalê-Elmaniya, bi amadebûna endamên hersê şaxan, û bi amadebûna endamên mayî bi rêya NETê, yên ku li welatên curbecur ên cîhanê dijîn bi rêya platforma «ZOOM», bi piştgiriya komîteyeke çavdêriya navnetewî ku ji pisporên cîhanî bû, kongreyê Toreya Rojnamevanên Kurdên Sûriyê yê Pêncemîn hate lidar xistin .

Kongir bi axaftina Seroka Toreyê hevrê Selwa Silêman dest bi rojeva xwe kir, piştre jî gotarên Komîteya Çavdêrî û Belgekirina Binpêkirinan di Toreyê de, Komîteya Ragihandin û Pêwendiyên Giştî,û peyva Darayî hatine xwendin.
Herweha axaftineke kurt ji aliyê Komîteya Şopandinê vê hate dayîn. Piştî wê, xebatên kongireyê li gorî bernameya ku ji aliyê Komîteya Amadekar û Hilbijartinan ve hatiye pêşniyarkirin, ku serperiştiya hemû karên wê dike, dest pê kir, ku di nav çend mehan de hewlên mezin ji bo serxistina kongireyê dan.

Bi guft û goyan û axaftinên kûr a hevkaran a li ser mijarên pîşeyî, parastina nêrîn û peyama toreyê û guhertinên ku divê di yasaya hilbijartinê de û yasaya reftarê ya hilbijartinan de werin kirin, ku piştre ji bo dengdayînê hatin pêşkêş kirin, nîşan dan, bi taybetî azadiya ragihandinê, serbestiya raman û derbirînê, û parastina rojnamevanên Kurd li hember her binpêkirinek ku li dijî wan tê kirin, û herwiha rojnamevanên hevalên din ên pêkhateyên herêmê yên ku bi nasname û çanda Kurdî bawer in.
Her wiha di axaftinan de tekezî li ser pêwîstiya mijûlbûna bi pîşeya rojnamevaniyê ji aliyê desthilatdarên herêmê ve ji ber gelek geşedan û pêdaçûn li ser valahiyên di yasaya ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de û kirina guhertinên pêwîst ji bo rêziknameyên pêkanînê ku ji bo pratîka medyayê berpirsiyariyek berfireh û asoyên berfirehtir ên azadiya ragihandinê bide.

Li gor bernameya ku ji aliyê Komîteya Amadekar û Hilbijartinan ve ji bo kongireyê hatiye diyarkirin, proseya dengdanê ji bo namzedên serokatiya Toreyê û komîteya birêvebir bû, ku piştî bidawîhatina karê kongireyê ji aliyê lînkake taybet ve (Enternetê) dest pê kir. Komîte a Hilbijartinan û desteya çavdêriya navnetewî wek desteyeke bê alî, ku pêvajoya hilbijartinê wek «durist û yek ji serketîtirîn hilbijartinên demokratîk.» bi nav kirin. Piştî bidawîbûna dema 3 rojan ji bo têbîniyan û rexnê, Komîteya Hilbijartinan encamên dawî eşkere kir ku ev in:

Di hilbijartinan de ji bo serokatiya torê :

hevkar Elî Nemir bi ser ket

Hevalên Desteya Rêveberiyê:

Ferhad Îbrahîm

Sîdar Hûsên

Hêmîn Mereê

Ridwan Osman

Mîdiya Mûsa

Novîn Mereê

Zêna Ebdî

Muntesir Mîrzo

Bi vî awayî, toreyê karê kongira xwe ya pêncem bi dawî anî, û armanca xwe ji bo şopandina mijarên raberkirî piştrast kir, bi awayekî ku xizmeta pîşeya rojnamevanî û ragihandinê li gorî nêrîn û erkê toreyê bike.

Komîteya Amadekar a Pêncemîn Kongireya Giştî ya Toreya Rojnamevanên Kurdên Sûriyê «SKJN»

Qamişlo di 21ê Tebaxê de

By admin-z