Evîn Elo
Gelek caran bav û dêyên me ji bajarekî koçberî cihekî din bûne. Gotina “kesî me tune ye ha ji xwe hebin” dikin guhar û dixin guhên zarokên xwe, ji ber ku derdor van malbatan bi “Mihacir” didin naskirin û mîna ku bê kes û bê xwedî ne nêzîkî wan dibin! Gelo maleke bi vê taybetmendiyê dê kufletên xwe çawa mezin bike? Bi gotineke din dê civat çawa bi kesên wiha re bide û bistîne?
Gumanên bi vî rengî tev de li pêşiya pirsnîşanan vekirî ne, ji ber ku bi demê re bandorê li derûnî û têgihiştina zarok dikin û pê re kesayeteke şkestî, stûxwar û nefretê ji pîvanên paşverûtî yên eşîrtiyê di hundirê her yekî ji me de ava dike.
Dema mirov ji nêz ve bi çavên nirxandinê li vê mijarê dinêre, helbet kêm zêde perwerdeya malbatekê ku ji civatê nayê parçekirin, li ber çavên mirov tê teswîrkirin, lewma divê rê li ber hişmendiya “xwekêmdîtina ji derdorê” were girtin, her wiha bi bilindkirina asta xwerizgarkirina ji van ramanan, civateke di bîr û baweriyên xwe de azad biafirîne.
Cureyeke din ji mînakên gotara kînê ya ku ji berê ve heye û ew jî banoreke neyînî li avakirina civakî dike, di nava hin eşîrên êlan de tê dîtin, ji ber ku hejmara malbatên hin eşîran kêm e û ya hinên din pir e yan jî koçber in û ziryeta wan tar û mar bûye. Di vê rewşê de ferd û rûspîyên eşîrên mezin bi çavekî piçûk li yên hejmara wan kêm dinêrin, ji ber ku xwe xwedî hêz û bîrwer û yên li hemberî xwe jî nezan û bê pişt dibînin! Heya digihêje asta ku bi zimanekî tund diaxivin û bi awirekî ku mirov tenê bi pere, hêz û wêrekiya bav û kalên xwe heye, dimeyzînin.

Ji xwepiçûkdîtinê re Ragihandin û Pêşîyên me Roleke Çawa Lîst?

Eger em bala xwe bidin zimanê danûstandinê û yê dezgehên ragihandinê dibe ku rasterast kînek di nava civatê de ava nekiribe, lê belê tuxmê xuliqandin û çilmisandina taybetmendîyên mirovê sergihayî, baş av daye. Mînak: Dema kesên ji hêla darayî ve xizan diçe ser dilovaniya xwedê ew qasî girîngiyê nadin merasîm û jînenîgariya wan kesan heya serlêderên bin konê taziyê jî li ser tiliyan têne jimartin. Ev jî li hişmendiya hin pêşiyên me û perwerdeya bi rêya mal, dibistan û kolanê vedigere.

Qanûn e yan Dilxwestine yan jî Nezanî ye Zimanê Tûj?

Heke em ji peyva destpêkê (qanun) dest pê bikin; ji xwe zimanê zivir ne qanun e berovajî wê li gorî madeya (19) a qanûnên navneteweyî ya “Ragihandina Cîhanî ya Mafên Mirovan û Peymana Navneteweyî ya taybet bi Mafên Medenî û Siyasî” her kes dikare nêrîna xwe bi serbestî bibêje, lê rê li ber hin derbirînên mîna (gotara kînê, nijadperestî û hemû awayên dijbertî û tundiyê) digire, ji ber ku kesên bi vî awayî nêzîk dibin bê guman civakeke seqet ava dike.
Lê heke em werin ser her du peyvên din mirov dikare formeke wiha bide wan (dilxwestineke binezanî), ji ber ku tu ferdên ku zimanê zirz ji zikê dayîka xwe wergirtibe tune ye û em tev de bi kiryarên çê û xirab re hatine alandin û mezin bûne.
Di encamê de madam em di nava hewldanên xweşûştina ji tevahiya kîn û zikreşiya bisalan de ne, divê bi qanûnên tund rê li pêşiyê were girtin ku bi demê re zimanê lêborandin û hev guhdarkirinê, bibe ji taybetmendiyên asayî yên me tevan.

…..Pûxte
Heya şerên bi armanca parastina mafên mirovan li dar be dê qet û qet bedena însan ji gotarên kînê neyê şûştin bi wê re jî dê civakeke nexweş, birînên vikirî û axivî ku heya wê li dermên jî negere ava bibe. Civatên bi vî rengî hin li ser hesabên hinan têne xwedîkirin, lewma divê ne tenê platform ne jî Medyaya Civakî, çi liv û tevger û dam û dezgeh û malbatên heyî bi hev re ji dil bi zimanekî ji şekir şêrîntir xwe di ber hînkirin û gihandina tovên pêşerojê de berpirsyar bibînin

By admin-z