Di dirêjahiya dîrokê de û heta roja îro tirsê cihê xwe di nava mirovan de afirandiye, li hemberî wê jî li rê û rêbazên hedariyê geriyane. Gelo nifşên nû nexasim keç û jinan çiqasî xwe ji van çandan rizgar kirine û li rastiyê kolane? Ev tevde cihê bersivdayînê ne.
Civakên ji mafên xwendin û pêşketinê bêpar mane bi hêsanî ji baweriyên pûç û fesane re bûne faktorên propagandayan, lê ev nayê wê wateyê ku kesên xwendinê jî dest nepelandine. Hale Mehcûb di lêkolîneke xwe de ya 2002an destnîşan dike ku diyardeya qinyata bi vajbaweriyan di nav jinan de ji mêran bêhtir e, sedema vê jî li pîvanên civakê yên ji herdu zayindan vedigerîne ku ji xortan re şert û merc kêmtirin ji keçan. Têkildarî mijarê Ala ya 28 salî tevî ku derçûya Hiquqnasiyê ye baweriya xwe bi van fesaneyan tîne û wiha nêrîna xwe parve dike: "Her tişt qinyat e, ji refa 8an ve morîka di histê dêya min de ku navê wê Xidêra ye, bala min dikişand heta gelek caran min destên xwe davêtê û dixwest di qirka xwe kim ku siûd û şensê min rabe. Piştî min bekelorya stand dêya min yekser da min. Nihajî her çiqasî li ser van çand û baweriyan bixwînim jî naxwazim xwe bidim iqna kirin ku ev derew in; jiber ku çavên mirov li tiştên nedîtî ve digere ku belkî guhartinekê bi xwe re bîne.”
“Ez bixwe jiber lixwekirina vê morîkê fedî dikim, heta carcaran hevalên min ên xort pirsa raz û hezkirina wê ji min dikin, lê di hundirê xwe de dibêjim ger bi wan re parve bikim ew ê henekên xwe bi aqilê min bikin.” Ala wiha pirsa ka heta kîjan radeyê wêrek e û dikare behsa morîka di histê xwe de ji heval û derdora xwe re hele hele xortan re bibêje, kir.
Di Qurana pîroz de û bi taybet di ayeta (Mûmînûn, r, 80) de, Xwedayê dilovan banga xurtkirina asta ilim û marîfetê dike ku misilmanan ji van rêyan derxîne:
” وهو الذي يحيى ويميت وله اختلاف الليل والنهارأفلا تعقلون”
Sigmund Freud dibêje jî vajbawerî be؛ek ji avakirina derûnî ya mirovan e dibîne ku di binhi؛ de maye, ger guhartin têde çêbibe ew ê derkeve holê, heta hin baweriyên çewt li kesayeta nexwe؛ vedigere ku ji tevlihevkirina realîzimê û xewnê re û ji teqezkirina sawiran re amade ye.
Derbarê mijarê de Delme ya ji pêkhateya Ereb ku dêya 5 zarokan e, tevî bi dilê xwe bi hevserê xwe re ؛ûmbûye, dem dem morîka “Atfe” ya siûdê dike nav nan an jî paçekî û wextê razanê dixe bin serê xwe. Delme têkildarî çimatî û qinyata xwe wiha axivî: “Min gumana hevserê xwe dikir ku bi keçekê re peywendî danîye û çawa min ser raza morîka Atfe nas kir, yekser anî û dema razanê xiste bin balgiha xwe ku ji gumanên xwe yên li ser bavê zarokên xwe pi؛trast bibim. Mixabin dema min bikar anî; min di xewna xwe de dît ku yek ji min re dibêje; ev morîk ne jibo teye, wate li te nehat.”
Delme da zanîn ku morîkên ؛ens û siûdê li her kesî nayê heta taybet bi jinan e.
Mamosteyê Civaksaziyê Ekrem Derwî؛ diyar kir ku heger morîk be yan jî çanda civakan be, bi taybet ger girêdayî rûhî be ji xwe ev li beriya hezaran sal vedigere ev jî ji sihrbaziyê hatiye.
Derwî؛ destnî؛an kir ku kesên berê kêm zanebûn û bîrwer bûn, dema bûyerek pêre çêdibû tavilê hewara xwe davêt xwezayê. Ev li Ewropayê bi taybet heye lê ji Rojhilata Navîn kêmtir e.
Dêya mamoste Ekrem Derwî؛ li ser çanda belavbûna qinyata bi morîkên siûdê wiha axivî: “Ev çand di nav jinên Ereb û kurdan tevde heye. Tê bîra min morîka Tahûnê li cem ca min hebû heta ne tenê jibo rakirina siûdê bû, lê belê jibo li xeynî xwe xirab bike û li ser wê wiha di nav mede dihat gotin:
“طاحونة رايتها مخبونة”
Têkildarî rola rew؛enbîr, mamosta û ekedemîsyenan mamoste Nîroz ev nirxandin kir: “Ji kesên wek me tê xwestin ku asta zanebûna civakan bilind bikin û rê li pê؛iya lêkolînan vekin jiber ku ev qinyat bandoreke neyinî li ser civakê çêdike û wan dûrî jiyana realist dike.”
êx Bedirxan li ser mijarê axivî û da zanîn ku ger rakirina morîkekê be yan jî lixwekirina wê be, sed ji sedî ne bawerî ye ji wê zêdetir bawerî esmanî ye û ji ba xweda ye, lê dema bê gotin ev kevir jibo siûdê yan jî jibo zewacê ye, ev li gorî nêrîna olî ba؛ û xerab di destên xwedê de ye. Mînak ger isbat bibe ev kevir jibo mîzê ye bi zarokan vedikin û ciriyaye wê gavê rast dibe, mînakek din kevirê ba ye ku ew kevirê ji ber birûskê xelkê ji xwe re radikir û dema ba diket pi؛ta wan bixwe ve dikirin. ھêx diyar kir ku ger bi hikmê ceribandinê bawerî pê were, tu pirsgirêkên olî tune ye heta di ol bi xwe de heye. Mînaka wê jî kevirê re؛ ê li kabê ye. Nêrîna olî li cem civata êzidî jî heye ku kevirekî ji Lala؛ê tînin û bixwe ve dikin heta dema dimirin dixin bin zimanê wan.
êx Bedirxan got, dibe ku gotinên pê؛iyan jî baweriyek û hatibe ceribandin. Heta yesayên esmanî ne li dijî wan e. Mînaka wê jî kila çavan e ku (Hecer El Ismet) jêre tê gotin.
Hêjayî bibîrxistinê ku fesane anku “Xeref” di warê zimanî de gendeliya hi؛ dide xuya kirin her wiha behsa navê mêrekî ku ji aliyê cinan ve hatiye ceribandin dike.

Evîn Elo
Nivîskar û Rojnamevan

By admin-z