Evîn Elo


Dema mirov li qermîçûkên rûyên gelek karmendan dimeyzîne, tu yê bibêjî qey bi şîşa gazinan hatiye daxdan, yekser gotina Markis tê bîra mirov ku ew jî: “Her şêweyekî berhemdayînê xwedan fikir û dengvedanek e”.
Bi aloziya Sûriyê re piraniya jin û mêran serê sibê bi qesda kar ji malê derdikevin, bi wê re hewl didin hevsengiyê di navbera birêvebirina malê û xebatên xwe de çêbikin û zarokên xwe li ser perwerdeyeke rast û durist mezin bikin, lê gelo di pratîk û jiyana rojane de çi qasî her du zayend di vê yekê de, bi hev re dibin alîkar û astengiyên heyî derbas dikin?
Karmendê bi navê Ferhad Ehmed ku ji 6`ê sibehê ve ji ber kar ji mal derdikeve û hevsera wî bi kar û barên malê ve mijûl dibe, diyar kir ku rastiya mirovan ji tevlîhevbûna rewşa giştî ne qut e, lewma du rojan di heman demê de nan bi kufletên xwe re nexwariye, ev jî qutbûnekê di navbera wî, malbat û civakê de çêdike û nahêle dispilînek ava bibe.
Ji hêla jinan bi taybet ve, ez piçûk dihatim dîtin”
Ferhad Ehmed têkildarî xwetevgerkirinê wiha axivî: “Min û hevsera xwe bi hev re xwendin bi dawî kir, lê çawa ku em zewicîn wê biryar da ku tenê bi karê malê û zarokan ve mijûl bibe, min jî li ser erê kir. Dema ji kar vedigerim çawa ez kilîta xwe dixim deriyê malê; heta ji destên min tê rûyê xwe yê westiyayî ji xwe datînim û hewl didim bi hevsera xwe re di hundirê malê de alîkar bim, lê min bala xwe dayê ku ne tenê hevjîna min heta gelek jinên din jî bi çavekî piçûk li min dinêrin ji ber ku dixwazin karên mêr û jinan ji hev cuda be û yek destên xwe nexe nav hevîrê yê din.”
Ehmed destnîşan kir ku zehmetiyên debarê rewşa kambax nekarî ew rolên di encama pîvanên paşverû yên civakê de ku li kesayetan hatibûn barkirin, biguhere û hişmendiya hevbeşiyê di nav kufletên wî de ava bike.
Mamoste Rûken Hesen dibêje, li ser hesabên her tiştî ez hez dikim li kêleka hevjînê xwe yê dikançî bixebitim, ku ji dehan 2 yan 3 ji daxwazên zarên xwe pêk bînim û pitpitê ji mala xwe biqewitînim.
Rûken tevî mala xezûrê xwe dijî û têkildarî pirsa hevsengiya di navbera kar û malê de, da zanîn ku her çi qasî ew û hevserê xwe dixwazin bi hev re di xwedîderketina li malê de bi hev re alîkar bin, ji ber pîvanên paşverû yên civakê nikarin rast û durist gavên xwe bavêjin, lewma çawa ku ji dibistanê vedigere yekser derbasî metbexê dibe, di ber re jî li zarok û paqijiya derdorê dinêre.
Rûken got ku fîşara kar, mal û ya debarê şer dixe malan, bi wê re jî zarok baş nayên perwerde kirin.
Her çi qasî poşmanî li ser valahiya beriya deh salan hebû çêdibe jî, sed xwezî pê tê kirin ji ber ku keftûlefta heyî ziyanê digihîne ziryetê û danûstandina bi derdorê re hema bibêje qut dike, mamoste û wergêr Welat Siyamend ji Tora Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê re destnîşan kir ku ew û hevsera xwe ku ew jî karmend e, bi hev re alîkar in lê dîsa jî ji ber rewşa aborî û xwedîkirina zarokan di bin zexteke nenormal de ne, lewra heta astekê hewl didin barên xwe sivik bikin ku dema xwe ji wan re veqetînin.
Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî Hindirîn Sîno li ser serlêdana ji desteyê re got, ji ber kirîza heyî hejmara mêr û jinan mîna hev e, lê li hin saziyên Rêveberiya Xweser a jinan bêhtir e ,ev jî belgdar dike ku rewşa aborî , berê her tiştî bi xwe re diguhere.
Karmenda bi navê Ebîr Bedir ku ji pêkhateya Ereb e got, li cem eşîra me karê jin û mêran ji hev cuda ye, nabe yek nêzîkî karê yê din bibe, lewra keça min rêya min digire û kurê min jî tu yê bibêjî imperator e, hîn deh salî ye suxreyên xwe bi min û xwişka xwe dike.
Ji pêkhateya Suryan Filê ku nexwest paşnavê xwe diyar bike, anî ziman ku ne tenê di birêvebirina malê de, astengî derdikevin, lê belê di ramana karkirina jinan bi xwe de pirsgirêk hene û digihêje asta berdanê. Filê wiha arîşeyên xwe domand: “Min ji ber zarokên xwe dev ji kar qeriya, ji ber ku hevserê min hem nedihişt ez wan li baxçe bi cih bikim û hem jî fonê heyî ji xalên sereke re nabe bersiv.”
Îsal hejmara jinên di saziyan de dixebitin bi 3 hezaran zêdetirî par e”
Hindirîn Sîno têkildarî rêjeya jinên dixebitin ev dane parve kirin: “Îsal rêjeya jinên di kar û xebatan de hatin bicihkirin bi 3 hezaran zêdetirî par e, ji ber ku di sîstema Rêveberiya Xweser de mafên wan dehan zêdetir hatiye parastin û rewşa debarê, jin neçar kir ku ji nav çar dîwaran derkeve û li kêleka hevserê xwe bixebite.”
Têgehên civakî hatin guhartin nexasim ji hêla jinan ve”
Pêşdar Rûstem Îso ji Torê re destnîşan kir ku di van çend salan de gelek têgeh û pîvan hatine guhartin û deriyên nû li pêşiya jinan bi taybet hatine vekirin, pêre jî gelek malbat parçe bûn û wiha axaftina xwe dewam kir: “Ji ber ku zemînê van têgehan nehatibûn danîn ji wan jin girêdayî mal bûn û mêr li derve dixebitîn, bandor li tevgerkirina malê, bilindbûna rêjeya berdan û ewarekirina zarokan hate kirin.”
Lê dema ku di birêxistinkirina malbat û xebatê de asta bîrweriyê bilind be, jin û mêr bêyî tu astengiyan dikarin kufletên xwe bi rê ve bibin û xebata malê li hev parve bikin, bi wê re xalên neyînî bi yên erênî ve tê guhartin û kêm zêde ji rewşa aborî re dibin bersiv.
Hevjînên di sazkirina malbata durist û xebatê de, zane ne, wiha Îso nirxand.
Ne Ferhad ne jî Rûken, Ebîr, Welat û Filê ji halê ku tê de ne razî ne, lê diyar e ku rewşa aborî kirasekî ji hesin li bejna tevdan kiriye ku divê li gor wê xwe û kufletên xwe bi rêxistin bikin.

Evîn Elo
Nivîskar û Rojnamevan

By admin-z