Em daxwaza eşkerekirina yekser a çarenûsa GORAN Ezem dikin

Kombendek rûpêçayî bi cilûbergê leşkerî, hevkarê me «Goran Ezem», endamê toreya rojnamevanên Kurdên Sûriyê, li bajarê Qamishlo, û bê sedemên diyar ew girtin.

Li gorî çavkaniyên taybet yên toreya rojnamevanên Kurdên Sûriyê, dema ku ew li firoşgeha xwe bû ya li Bazargehe sereke li Qamişlo, ewê hêza leşkerî «Ezem» girtin, û bêyî ku tu Tawanan zelal bikin, ew birin cihekî nenas.

Hevkarê me Goran Ezem, yek ji damezrênerên toreya rojnamevanên Kurdên Sûriyê ye, dema ku çalakiya wî di dema xebata xwe ya rêveberî de wekî endamê komîta cîbecîger karê xwe berdewam kir, piştî rawestandina karê rojnamegerî, û berevanî di ber Rojnamevan û dezgehê ragihandinê de kir; û Têkiliyên wî bi hemî hevkaran re, û çarçoveyên cûda yên medyaya li herêmê başbûn.

Em wek toreya rojnamevanên Kurdên Sûriyê, ji berpirsên Rêveberiy xweser daxwaz dikin çarenûsa hevkarê me eşkere bikin û wî azad bikin, em aliyê ku ew girtiye dikin berpirsiyarê saxlemiya wî, û divêt rastî tu binpêkirinan jî nebe, nemaze ji ber ku pêvajoya binçavkirinê hatiye kirin dûrî hemî zagon û rêbazên yasayî û dadwerî, heya ku tiştê ji ber wê hatiye girtin eşkere bibe.

Toreya Rojnamevanên Kurdên Sûriyê «SKJN»
Qamişlo: 27ê Sibatê, 2023

By admin-z