Evîn Elo
“di mal de maye”, ” bext lê qulipî ye”, ” pîr bûye”, ” tu li benda kê ye nanê mêran bê minet e”, ̎ qîza qert bû ̎ hevokên bi vî rengî hema bêje 80 % ji “keçmayên” li civatekê rûdinên pê re rû bi rû dimînin, ku ew jî li cem tu kesî derveyî Rojhilata Navîn tune ye. Li gorî têgihiştina civakê “keçmayî” ew keçika ku nema dikare zarokan bîne û dibe mîna dara nema ber lê dikevin.
Di encama pîvan û dabên paşverû yên di civatê de heya bi “keçmayî” jî kirine qat û çîn “Çîna arîstokrat, çîna navîn û çîna xizanan” wate civatê li gorî dîtin û çavên xwe kirasek li bejna keçên bi temenên xwe mezin bûne, kirine
Heke ji nêzîk ve berdeya vê hizirandinê were rakirin mirov dibîne ku “çîna arîstokrat” tevî keçên wan xwedî hemû taybetmendiyên baş in, lê hejmareke baş ji wan qîz mane ev jî li hişmendiya axatiyê vedigere ku li hevjînekî di qata xwe de digere û heya poşman dibe emir xelas dibe ji xwe ev jî ne gotina me ye min li jor rave kiriye ku em ê perdeya heyî rakin û li paş wê binêrin. Ramandineke bi vî awayekî ne gotara kînê ye ji wê zêdetir gunehên xwe bi keçikan tînin ji ber ku heya ku bav û dê li dinê bin tu kes nabêje “keç gupalên şikestîne”, lê ku diçin ser dilovaniya xwedê gotara kînê dest pê dike.
Di “çîna navîn” de jî heman tişt e, lê vê carê bi rengekî din e hem heyirandin e hem jî ji heman qatê kesî ew nexwestine û yên qata arîstokrat jî xwe li gorî wan nabînin.
“Çîna xizanan” ne dûrî her du qatan li jêr e û gunehên xwe bi keçên temen mezin tînin.
Heya vir me kêm zêde rewşa pîvanên heyî raxistin berçavan, lê di van çend salan de guhartin di hûrgiliyên civatê de çêbûne sedema wê jî hem hişmendî hem jî rewşa heyî qevzeke cihêwaz dixwaze, mînak pirraniya malbatan destpêkê xweseriyeke aborî ji zarokên xwe re dabîn dikin û piştre li avakirina hêlîna wan dadigerin an jî biryara vê ji keç û xort bi xwe re dihêlin.
Keçmaya rewşenbîr
Jîngeha civakî roleke mezin di mayîndekirina vê têgehê de dilîze û rê li ber çewtiyên çarenûsî vedike. Mamoste Îman Silêman (43)têkildarî ezmûna xwe ya jiyanî wiha ji Tora Rojnamevanên Kurd Sûrî re axivî : ̎Dema ku temenê keçan dibe 25 sal wekî ku zengilê xeteriyê lê bide tu yê bibêjî nexweş e yan jî nema bikêr tê û divê yekî temen mezin an jî biçe ser hewiyê û xityaran bike, lewma divê keçên bi temenên xwe mezin dibin destpêkê di hundirê xwe de guhartinekê çêbikin ku rê li pêşiya hizirandinên bi vî awayekî bigirin da ku civatê jî li ser bingeha vê hişmendiyê mezin bikin.̎
Mamoste Îman got, Xwedê her tişt zo daye dinê, lê dema ku mirov kesê di bîr û bawerîyê de mîna xwe nebîne; divê destên xwe daneynin ber rûyê xwe mînak min hewşa malê kir baxçe hem pê ve mijûl dibim hem jî pirtûkan dixwînim, ancax bi vî awayî ez bikaribim ji zexta gotinên paşdemayî birevim û dibe ku hin keç jî ji vî ezmûna min fêr bibin.
Îman destnîşan kir ku ̎keçmayî̎ biryar e, ji ber ku gelek keçên ji tirsa di malê de bimînin serê xwe dixin belê de û dema mirov pirsa jiyana wan dike dibêjin, baştir e ez qîz bimama yan jî mala xwedê ava li ser her tiştî!
Keçmayîn Nerewşenbîr
Bi qasî ku şerê li Sûriyeyê bandorkeke mezin li her du zayendan kir, ew qasî xort û xatonmayî ji bêkarî û pîvanên çewt re bûne bersiv
“Dê û bavê min destpêka aloziya Sûriyeyê koç kirin, destpêkê min digot pişta min şikest ji ber ku hem ez nexwendî me û hem jî nebû nesîb bizewicim. Demeke dirêj ez di nav mitalan de mam lê çaxê min dît kesî kesan tune ye, min xwe ji çar dîwarên malê rizgar kir û li xwe geriyam û niha li saziyeke Birêveberiya Xweser dixebitim.” Gulê Hesen (50) wiha ji Tora Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê re behsa nuqteyeke li ser bi dehan hevokên jiyana xwe kir.
Gulê got ku her çi qasî çavên xwe li ser awirên li şûna zimên gunehên xwe bi keçên nezewicî tînin, bigire dil nikare ji bîr bike lewma her tim bi şikenandinekê dihise.
Di aliyê qanûnî de

“Keçmayî” binavkirineke civakî ye û heya di qanûnê hikumeta Sûriyeyê de jî tiştekî bi vî rengî tune ye çi nêr û çi mê be wekî hev tê nivîsîn “nezewicîne”, lewma mirov dikare vê rengdêrê wekî tundiya li dijî mê tê pêkanîn pênase bike
Ger em werin ser pergala Birêveberiya Xweser ku niha herêmê bi rê ve dibe, şaredariyê gelek projeyên rê li ber ne tenê keçên bi temenê xwe mezin bûne vedike, ji wê zêdetir çi kesên warên wan tune be û tu kes tune ye wan xwedî bike dikare navên xwe li “Nûjiyan” tomar bike ku lê bimînin
Rênîşandan
Mamosteyê Zanista Civakî Restem Îso têkildarî rêlibergirtina peyvên paşverû wiha axivî: “Berê çi qasî keç mezin dibû ger karek di destên wê de heba dihat xwestin û wek ku karta yanesîbê ya zave bi ser ketibe lê dihat nêrîn, lê niha rewş cuda ye kêm zêde her kes bûye neçarê xwedîkirina xwe ye û ev jî piçekî keçan û civatê jî dide jibîrkirin. “
Îso diyar kir ku kesên dixwazin guhartinekê di civatê de çêbikin û bikêrî xwe bin, divê dîwarê tirs bişkînin û karek di destên wan de hebe ku bikaribe xwe xwedî bike û azad bijîn ji ber ku di encamê de raman ne ya keçmayî ye lê ya exlaq û rêgezê jiyanekê ye.
Mamosteya Rêbertîya Derûnî Zerga Mihemed destnîşan kir ku çareserî ew e her yek li gorî taybetmendiya jiyana xwe rêyekê bibîne ku rehetiyê ji rih û beden û mêjî re peyda bike

Zerga got ku “keçika qert” tune ye ji wê zêdetir keçika ku li hevjîn û şirîkekî qenc ku hev fêm bikin heye. Divê jin radest nebe û serî ji gotinên berovajî re neçimîne heya jina ku bê hizirandin zewicîye û hatiye berdan jî bide berçavên xwe ku rewşa xwe baştir nas bike, gunehên xwe bi xwe neyne û ji bo ji gotina “bi ser xwe maye” bireve xwe nexe pirsgirêkan

By admin-z