Bi boneya roja Rojnamegeriya kurdî ku bi 125 saliya derketina yekemîn rojnameya kurdî bi navê «Kurdistan» bi rêveberiya damezrênerê wê Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û yazdehemîn salvegera damezrandina Tora Rojnamevanên Kurdên Sûriyê re hevdem e; Desteya Birêvebir ya torê pîrozbahiyê li hemû rojnamevanên Kurd li her deverê dike, ji wan re serkeftin û serketinê dixwaze û bi pîşezazî û sinc û rewiştên ragihandinî ji bo rastiyê erkên xwe pêk bînin û hişkere bikin.

Werin em vê rojê ne tenê di medyaya Kurdî de ji bo azadiya ragihandinê û azadiya raman û derbirînê ronahiyekê bikin ; Belê, ev ji bo hemû rojnamevanên ku li herêmên kurdî û Bakurê Rojhilatê Sûriyê ye ku bi zimanê xwe diaxivin û ji bo bîranîna giyanê hevrêyên ku ji bo doza bi rûmet û di parastina peyva azad de jiyana xwe ji dest dane ; Herweha jibo binpêkirin û destdirêjiyên li ser Rojnamevanan û dezgehên Ragihandinê bêne rawestandin

Tora Rojnamevanên Kurdên Sûriyê

22 Nîsanê, 2023

By admin-z