Her sal di 21ê sibatê de cîhan ahingan di gêrin bi roja cîhanî ya zimanê dayikê.
Yonisko di sala 1999an de ev roj pejirandibû emaje bûyî bi girîngiya çand û zimanên cûrbecûr jibo avakirina civatên saxlem û herdemî.
Rêxistina navdewletî Yonisko hewl dide bo parastina cûdahiyên di navbera ziman û çandan de bo hezkirin û rêzdarî ji hev. Di demekê ku ev zimanên cûrbecûr rastî gefên qirkirin û wendabûnê tên û tenê 40% ji xelkê cîhanê fêrî zimanê dayikê dibin.
Li gorî texmînan îro 7000 ziman di cîhanê de hene. Û li gorî şareza û pisporan her du hefteyan zimanek rastî qirkirinê tê.

Zimanê kurdî di dîrokê de ji piştguhkirn û xedexeyên ji axaftin û fêrkirinê êş kişandiye.
Ev ziman bêhtirî 40melyon kes pê di axifin û ji hin zaravayan pêk tê yên girîng: zaravayê bakur(kurmancî ) zaravayê navîn (soranî) zaravayê başûrê kirmanşahî û pêve hin zaravayên din di navde zazakî û goranî.

Zimanê kurdî li” turkiyê” êşê ji qedexe piştguhkirinê dikşîn Û di dema borî de bi hemî qedexebû di 2002an de hin mercên li ser zimanê kurdî rabû.
Di 2006an de rêdan hat dayîn ji bo hin kenalên taybet weşana bi zimanê kurdî.
Iro tenê 20265 xwendekaran zimanê kurdî bijartine weke zimanê duyem yê fêrkirinê

Ewjî hejmarek zor kême (şerme)li gorî rêjeya kurdan li turkiyê ku tê payîn bêhtirî 20melyon hene !!

Li” iraqê” û di rojbenda dîroka wê ya nûjen de rêjeyek azadiyê peyda dibû li gorî dewletên cîran di derbarê ziman de li dibistan û xwendina bilind de .ji sala 2004an de pênasîn di makazagona nû ya iraqê de bi zimanê kurdî hat dayîn weke zimanê fermî li kêleka zimanê erebî.

Li” îranê” tevî bi karanîna zimanê kurdî di hin alavên ragihandin û rojnameyên xwecihî de lê nayê bi karanîn li dibistanên giştî de û her kesekî hewla fêrkirinê dide rastî girtin û zindanê tê.

Li” sûryê” û berî bûyrên 2011an zimanê kurdî qedexe bû ji weşan û fêrkirinê.
Lê niha rêbeazên xwendin û fêrkirinê bi zimanê heye dûrî serweriya dewletê û li herêmên ku kurd lê dijîn li sûrye.

By admin-z