koça bi darê zorê u Desteserkirina mal û xanûberên Rojnamevanan binpêkirinên serek e bûn di sala 2020an de”Qamişlo 1/1/2021Nivîsgeha Belgekirina Binpêkirinan a Tora Rojnamevanên Kurd ên Sûrî, rapora xwe ya salane der dike ku piştgiriya berevaniya azadiya ragihandin û sînorkirina binpêkirinên der heqê rojnamevan û saziyên ragihandinê yên di herêmên Kurdî de dike.Her wiha balê dikişn e li ser doza revîna ji sizayê dike, bi taybetî aliyên têkildar di şerê Sûriyê de, ku destdirêjî li sivîl, leşker û rojnamevan kirine. Amarên salên berê diyar dike ku binpêkirin, bi operasyonên leşkerî re her zêde bûne. Digel vê yekê, hin cure binpêkirinên din ên astengkirina azadiya nerîn û derbirînê jî hene ku destdirêjiyê li mafên rojnamegerên tevahiya cîhanê yên ku zagonên navneteweyî ew parastine . Her wekî; girtin, binçavkirin, lêdan, dijûn û desteserkirina amûrên rojnamevananJi ber vê yekê, Amarên sala borî, li gorî Hejmarên salên berê, daketina tempoya binpêkirinên li dijî ronamevan û saziyên ragihandinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di bin serweriya Rêveberiya Xweser û QSD’ê de ne, xuyandiye. Li beramberî vê, binpêkirin li herêmên ku ji aliyê “El-Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” ya girêdayî Tirkiyê ve hatine dagirkirin, zêde bûne. Bi taybetî li bajarê Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî ku ji ber domîna rewşa şêlûbêl, desteserkirina malên gelek rojnamevanan û koçkirina wan bi darê zorê ji mal û gundên wan, pêk hatine. Lewre Nivîsgeha Belgekirinê ya Tora Rojnamevanan Kurdên Suriyê, nekarî çavdêrî û tomarkirina cure binpêkirinên ku li wan deveran pêk hatine, bikin. Ev jî, ji ber metirsiyên li ser rojnamevan û nekarîna gihîştina wan herêmên ku li jêr kontrola radîkalan dene. Ev yek, teqez dike ku vegerîna serjimaran bi çi awayî be, nayê wateya ku di sala 2020’an de karê ragihandinê bi başî bi pêş ve çûye. Belê vegerîna serjimaran, ji ber lawaziya ragihandina ku salên berê piçekî guncav bû, hatiye dîtin. Bi taybetî li herêmên ku operasyonên leşkerî bi piştgiriya Tirkiyê li ser wan hatibûn kirinRêxistina “Nûçegihanên Sînornenas” di rapora xwe ya salane ya azadiya çapemeniyê de bi bîr xist ku amarên binpêkirinên ku li seranserî cîhanê der heqê rojnamegeran de pêk hatine, gihîştiye asteke pêşketî ku ne kêmî 387 rojnameger hatine binpêkirin.Rêxistinê teqez kir ku di sala 2020’an de, Sûrî, Iraq û Yemen; bûne girtîgehên herî dawî yên dîlkirina rojnamevanan. Eger “Rêxistina Nûçegihanên Sînornenas” di rapora xwe de dibîne ku li Yemenê “çekdarên Hûsî” di armanckirina rojnamevanan de piştî DAIŞ’ê tê, çekdarên girêdayî Tirkiyê ji her aliyan ve bêtir binpê kirine. Belê gelek caran ew derbas kirine jî, eger li ser asta Sûriyê bi giştî bê serjimartinDi dirêjahiya salên borî de, gefên cihêreng li gelek rojnamevanan bûne. Ji ber vê yekê, Nivîsgeha Belgekirinê ya Torê ji dema damezrandina xwe ve; hemû destdirêjiyên weke (înfazkirin, kuştin, gefxwarin, sirgûnkirin, qewitandina bêsedem, lêdan, nehiştina karkirinê, binçavkirina nezagonî, armanckirina dezgehên ragihandinê û desteserkirina amûrên rojnamevanan) digire nava xwe. Piraniya navendên çavdêriya binpêkirinan li cîhanê, vê rêzbendiyê bingeh digire. Ji ber ku çekdaran li Sûriyê derbiderkirin, koçkirina bi zorê, girtin û desteserkirina amûrên rojnamevanan pêk anîne, Nivîsgeha Belgekirina Binpêkirinan a Tora Rojnamevanên Kurd ên Sûrî ji destpêka rapora xwe ya salane ya 2018’an de, daxwaziyê ji hemû aliyên peywendîdar ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike ku beşdarî danîna stratejiyeke diyar bo têkoşîna tundiya li dijî rojnamevanan bibin, da ku zemîneke aram û guncav ji bo rojnamegeran bê dabînkirin ku bibe xala sergeh ji bo avakirina pêşxaneya ragihandina rasteqîn ku piştgiriya azadiya çapemeniyê li gorî kar û daxwaziyên rêxistinên navneteweyî bike. Bi taybetî, “Nûçegihanên Sînornenas” û Yekîtiya Navneteweyî ya Rojnamegeran”Em di raporên berê de, li pêşberî binpêkirinên Rêveberiya Xweser û DAIŞ’ê bûn. Digel domîna hevrikiya Sûriyê û destwerdana Tirkiyê li gelek bajaran, her wiha dagirkirina wan, em rastî gelek aliyan hatin, bi taybetî çekdarên bi ser Enqereyê ve ku bi fermanên wê yên rasterast tevdigerin. Ji ber ku hevkarên me yên rojnamevan û saziyên ragihandinê yên ku rastî binpêkirina mafan hatibûn, li gorî zagonên navneteweyî yên mafên mirovan nehatine qerebûkirin, Nivîsgeha Belgekirinê di raporê de vegeriya bibîrxistina binpêkirinên ku salên borî der heqê rojnamegeran de pêk hatine û hê jî berdewam in. Ti alî pabendî berpirsiyariya xwe ya zagonî ya sizakirina bipêkeran nebûye. Her wiha li gel encumenên herêmî yên ku piştî operasyonên leşkerî yên Tirkiyê ava bûne, ti stratejî ji bo parastina mafên rojnamevanan ên binpêkirî nîne. Lewma û berovajî salên borî, em raporê li gorî cureya binpêkirinê dabeş nakin, em ê rewşên nûjen û yên binpêkirinên berdewam ên cihêreng bigirin destLi gorî vê, Nivîsgeha Belgekirina Binpêkirinan a Tora Rojnamevanên Kurd ên Sûrî vê salê 49 kêsên binpêkiriê li herêmên Kurdan, her wiha li deverên li jêr kontrola çekdarên Tirkiyê, belge kirine ku hemû jî binpêkirina azadiya nerîn, derbirîn û karê çapemeniyê nîşan daye-Çalakvanê ragihandinê Beha’i Silêman El-Hisên di dîroka 05.02.2020’an de li Encumena Dêra Zorê ya sivîl a navçeya Kesrayê rastî destdirêjiya endamên Hêzên Sûriya Demokratîk hat, lê me nekarî xwe bigihînin wî. Malpera “Dêrezor 24” kêsa binpêkirinê piştrastkir.-Berdirxan Ehmed ê ku wek rojnamevanekî frîlanser kar dike di dîroka 01.04.2020’an de bi mehneta binpêkirinan rêgezên ragihandinê, ji aliyê Nivîsgeha Ragihandinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve heta dirêjahiya hebûna biryara qedexeya derketina derve hat rawestandin.-Nûçegihana kenala “El-Xed” Naz El-Seyid di dîroka 01.04.2020’an de bi biryara Nivîsgeha Ragihandinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta 3 mehan ji ber binpêkirina rêgezên ragihandinê hat rawestandin -Nûçegihana kenala Rûdawê Vîvyan Fetah bi biryara Nivîsgeha Ragihandinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta 60 rojî ji kar hat rawestandin, bi mihneta bê rêziya hestên malbatên şehîdan hat. Nivîsgeha Belgekirina a Tora Rojnamevanên Kurd ên Sûrî piştre daxuyaniyek bi hûrgilî di vê derbarê de der kiribû-Nûçegihana kenala Rûdawê Rengîn Şero di dîroka 15.05.2020’an ji aliyê Asayişa Qamişli ve hat girtin dema ku raportek li ser kirîza nan amade dikir. -wênegirê kenala Rûdawê Enes Ebo Zêd di dîroka 15.05.2020’an ji aliyê Asayişa Qamişli ve hat girtin dema ku raportek li ser kirîza nan amade dikir. -Rêveberê nivîsgeha kenala Rûdawê li Qamişlo Fehed Sebrî di dîroka 15.05.2020’an ji aliyê Asayişa Qamişli ve hat girtin dema ku di xwest ku destêwerdanê ji bo berdana hevkarên xwe yên girtî. -Nûçegihanê Tora Aso ya nûçeyan Ehmed Mûsa di dîroka 09.06.2020’an li bazara biban a bajarê Minbicê dema ku raporek li ser bûnmeniya jiyînê amade dikir, rastî hewldana lêdanê ji hêla hin sivîlan ve hat.-Dadgeha Leşkerî a çeteyê li Efrînê di dîroka 19.08.2020’an de biryara girtinê der heqê çalakvanê ragihandinî Mehmûd El-Dîmeşqî de heta 3 mehan birî bi tawana sivik kirina “El-Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” û rexnekirina kiryarên wan li ser malperên civakî da. Jixwe di dîroka 18.05.2020’an de bi heman tawanê 4 rojan hatibû girtin-Nivîsgehê çavdêriya gelek rewşên nehiştina şopandina bûyeran ji aliyê dewriyeyên Tirkî, Rûsî û Amerîkî ve kirine, her wiha gelek rojnamevan rastî astengiyan hatine. Automobîla Berdirxan Ehmed jî piştî ku zirîpoşek leşkerî ya Amerîkî lêket, rastî ziyanekê hat-Çeteyên Tirkiyê ku bi navê (El-Ceyş El-Wetenî) tên naskirin, malên hin rojnamevanan li Serê Kaniyê desteser kirin û mal û milkên wan radestî malbatên çeteyan û Hin malbatên Iraqî kirin.Tora Rojnamevanên kurdên Sûrî karî navê hin Rojnamevanên ku malên wan hatine desteserkirin tomar bike:-Mala rojnamevan Serdar Mele Derwîş, rêveberê giştî yê Tora “Aso” ya nûçeyan- -Mala Mihyedîn Îso yên ku digel gelek malperên herêmî, Erebî û navneteweyî kar dike. Çeteyan mala wî bi amadebûna Waliyê Urfayê veguherandibû dibistaneke ezberkirina Quranê.-Mala Rodî Seîd, kameremanê Ajansa “Reuters” a nûçeyan-Mala Ebdulhelîm Silêman, nûçegihanê rojnameya “Independent” beşê Erebî-Mala Orhan Kemal, rojnamevan û çalakvanê ku bi ajans û rêxistinên sivîlî re kar dike her wiha saziya êzdîna. -Mala Ala’i El-Rebî’î, rojnamevana saziya “Ta’i -Merbûta” û tora “Aso” ya nûçeyan.-Mala Izzedîn Salih, rojnamevan, çalakvan û nûçegihanê berê yê rodyoya “Arta”yê-Mala Heysem Hecî, kamîremanê kenala “Kurdistan 24” ê ku hate desteserkirin û gefxwarina rasterast lê bû-Mala rojnamevan Hesen Ebdullah, nûçegihanê “KNN” ê ku bi darê zorê penaberî Başûrê Kurdistanê hate kirin piştî ku hemû mal û milkên xwe ji dest dan û çeteyên Tirkiyê tevahî milkên malbata wî desteser kirin-Mala Hisên Zêdo, nûçegihanê berê yê “KNN” û Ajansa “North Press” ê ku her wiha bi darê zorê penaberî Başûrê Kurdistnaê hate kirin û digel malbata xwe hemû milkên xwe ji dest dan.-Çeteyên “El-Ceyş El-Wetenî” herdu malên Ridwan Reşîd Osman (Ridwan Bêzar) li Girê Spî desteser kirin û radestî 2 malbatên Iraqî û Idlibî kirin. Çeteyan her wiha maleke wan a din jî ku li gudnê “Sûsik” ê Girê Spî ye, desteser kir û veguherand baregeheke leşkerî. Ridwan Reşîd di kenala “Kurdistan 24” de kar dike û ji ber karêrojnamegeriyê, rastî gelek gefên kuştin hatibû-Mala rojnamevan Hîşam Erefat yê ku li gel hin dezgehên ragihandinê yên navdewletî kar dike.-Koçkirina bi zorê û gefxwarinên binçavkirin û kuştina rojnamevanan ji hêla “El-Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” ku Efrîn dagir kiriye, berdewam inNavên rojnamevanên koçkirî ev in:-Nûçegihanê berê yê kenala “Kurdistan 24” û radyoya “Rozene” Mihemed Bello ji ber gefxwarina çeteyan, hat koçkirin û mala wî ya li Efrînê desteser kirin.- koçkirina nûçegihanê Efrînî yê Ajansa “Hawar” a nûçeyan Ebdo Cîhad heta roja îro piştî ku jiyana wî rastî metirsiyê hat, berdewam e.-Awarebûna bi darê zorê ya nûçegihanê Ajansa “Hawar” a nûçeyan Roj Mûsa piştî gefên çeteyên Tirkiyê, berdewam e – Awarebûna bi darê zorê ya nûçegihana “Dengê Amerîka” Newroz Reşo piştî gefên çeteyên Tirkiyê, berdewam e -Koçkirina bi zorê ya nûçegihanê berê yê Ajansa “Smart” Ehmed Qetma, bo Başûrê Kurdistnaê piştî gefên çeteyên Tirkiyê, berdewam e-Awarebûna bi darê li ser Ehmed Şefî’i, nûçegihanê Ajanseke Rûsî ya nûçeyan, heta roja îro tê meşandin-Koçkirina bi zorê li ser nûçegihana Ajansa “Hawar”a nûçeyan Nûrhat Hesen, heta vê rojê berdewam e-Koçkirina bi zorê li ser nûçegihanê Ajansa”Hawar” a nûçeyan Seydo Îbo, hê jî berdewam e-Awarebûna bi darê zorê ya rojnamevan Fedwa Hemo piştî ku jiyana wê kete metirsiyê, dewam dike-Mala nûçegihana “Ronahî TV” Mizgîn Gorsêh hate desteserkirin û Koçkirina bi darê zorê li ser wê dewam dike-Koçkirina bi zorê li ser nûçegihanê Ajansa “Hawar” Cafer Cafo dewam dike, mala wî jî ji hêla niştedagîran hatiye desteserkirin-Koçkirina bi zorê li ser nûçegihanê Ajansa “Hawar”ê Tîrast Cûdî didome, mala wî jî hatiye desteserkirin-Koçkirina bi zorê li ser nûçegihanê berê yê “Ronahî TV” Munzir Şêxo dewam dike, mala wî jî desteserkirî ye-Tora Rojnamevanên Kurd ên Sûrî bi mixabinî tîne zimên ku çarenivîsa nûçegihanê kenala “Rûdaw” Ferhad Hemo piştî borîna çend salan hê jî nediyar e tevî têkçûna baregeha dawî ya DAIŞ’ê li bajarokê Baxoz ê Dêra Zorê jî ku wê çaxê di dîroka 15.12.2014’an ji hêla ya dawî hatibû revandin bê ku ti agahî der barê wî de bi dest bikevin.Tora Rojnamevanên Kurd ên Sûrî dibîne ku zagona karê ragihandinê li herêmên Rêveberiya Xweser tevî kêmasiyên heyî, li gorî xwestekan nayê sepandin. Ev yek, hiştiye ku gelek saziyên ragihandinê û nûçegihan, astengiyên bidestxistina nûçe û agahiyan bikişînin û wan bi tawana belavkirina nûçeyeke ku rast be jî, rû bi rû dihêle. Ji vê xalê ve, Tora Rojnamevanan teqez dike ku divê buroya ragihandinê guh bide nerîn û pêşniyazên ku berê jê re hatibûn pêşkêşkirin, da ku duristiyên pêwîst li zagona ragihandinê bar bike û teqez dike ku ev yek; beşekî girîng ê sepandina zagonên navneteweyî yên girêdayî karê çapemeniyê ye, ji ber ku maddeya 79’an a protokolê hevpeymana Cinêvê ya sala 1949’an a parastina sivîlan di dema hevrikiyên leşkerî de vedibêje ku: “Divê Rêza rojnamevanên sivîl ên ku peywirên xwe li herêmên hevrikiyên çekdarî pêk tînin, bê girtin û danûstandina sivîlan digel wan bê kirin, her wiha divê ji her şêweyên êrîşên bizanebûn bên parastin, eger karine derveyî sivîliyê nekin.”Divê em li vir biryara jimar 1738 a girîng a ku Konseya Ewlekariya Navneteweyî sala 2006’an der kiriye, bi bîr bixin. Ev biryar, êrîşên bizanebûn ên di dema hevrikiyên çekdarî de li dijî rojnamevan, karmendên destgehên ragihandinê û kesên girêdayî wan şermezar dike, her wiha wekhevî, ewlehî û saxlemiya rojnamevanan dixwaze û rojnamevan û nûçegihanên serbixwe weke sivîl bên dîtin û li gorî wê rêza wan were girtin û danûstandin digel wan bê kirin. Her wiha divê avahî û amûrên girêdayî navgînên ragihandinê nebin armancên ti êrîş û kirinên tolhildanê. Ev xal, dihêlin ku em li sîstema Romayê ya bingehîn a Dadgeha Sûcên Navneteweyî vegerin ku li gorî wê; sûcên li dijî sivîl û rûspî, baregehên destgehên ragihandinê, sûcine şer û dijmirovî ne li gorî bendên 7 û 8’emîn.Li ser asta giştî Sûriyê û piştî borîna 10 salên hevrikiyê; Sûrî hê jî welatekî metirsîdartirîn e li ser rojnamevan û çalakvanên ragihandinê. Li Sûriyê her şêweyên binpêkirinan li dijî rojnamevanan tên kirin ku li gorî pergala Romayê, weke sûcên ceng û dijmirovî tên naskirin. Jimara rojnamevanên ku kuştina wan ji Adara 2011 û heta niha ve hatiye belgekirin, gihîştiye 459 rojnamevanan. Sûriye bi vê yekê û li gorî raporên gelek rêxistinên navneteweyî, di serî de rêxistina “Nûçegihanên Sînornenas”, di nîşandera senifandina cîhanî ya azadiya çapemeniyê yan 2020’an de hebûna xwe di “lîsteya reş” a Erebî û navneteweyî de parastiye.Tora Rojnamevanên Kurd ên Sûrî, çarçoveyeke rêxistinî ya ragihandinî ya serbixwe ye. Gelek rojnamevanên Kurd ên Sûrî li Sûriye û derveyî wê jî digire nava xwe. Tor, 10.03.2012’an li bajarê Qamişlo di bin navê “Yekîtiya Rojnamevanên Kurd ên Sûrî” de hate damezrandin. Piştî ku komeke derçûyên Kurd ên zanîngeha ragihandinê ya Şamê dibînin ku divê asta ragihandina Kurdî bê bilindkirin, her wiha bûnmendiya Sûrî bi giştî, ya Kurdî jî bi taybetî bi nêtarbûn û pîşeyî dûrî siyaset û partiyetiyê were destgirtin, navê “Yekîtî” li gorî biryarên kongreya 4. a sala 2020’an û bi erêkirina piraniya endaman, bû “Tor”. Bi vê yekê, Tora Rojnamevanên Kurd di amadekirina rapora xwe ya salane de piştpêbestiyê li ser hemû endamên li herêman dike. Ev jî, bi rêya hin pîvanên destnîşankirî li gorî zagonên navneteweyî yên taybet bi parastina rojnamevanan tê kirin ku aliyên şer ên li Sûrî û derveyî wê binpê dikin. Tora Rojnamevanên Kurd, rapora xwe li gorî nûçe, raporên raporên çapemeniyê yên ku destgehên ragihandinê yên herêmî hemwextî pêkhatina binpêkirinê belav dikin, her wiha li gorî navendên çavdêrî û belgekirina binpêkirinan piştî teqezkirin, analîzkirin û vegera li gotinên rojnamevanê binpêkirî, amade dike.Nivîsgeha Belgekirina Binpêkirinan a Tora Rojnamevanên Kurd ên SûrîQamişlo 01.01.2021

By admin-z