Delîveyek jibo tevlîbûna bernameyek rahênanê dûdirêj lipêş rojnamevanên jin yên Sûriyê li hundir û ji derveyî welat amadeye.

Program ji alî yekîtiya Sûriyê ya rojnemegeriya pişkinînê – Sirac ve ye   “

Di peyre,piştgiriyeke berhemhênana Lêkolîneke pişkinînê heye,ku dê liser yek ji pilatformên belavkirinê yên hevpar bi Sirac re bê weşandin.

Bernameya rahênanê ji hin rûniştinên curbecur pêk tê,armanca wê di dawiyê de,afirandina bingehên bihêzkirî,ku kesên beşdar karibin lêkolînên pişkinînkirî berhemhênan bikin.

Hostetiyên bidestxistî di vî pirogramî de dinavbera hostetiya pêkanîna girîmaniya lêkolînên pişkinînkirî û hilbijartina wande cubecûrin,di ser re jî serederiya bi jêderan re,û rêbazbûna belgekirinê û pevxistinê û lêkolîna di rojnamegeriya pişkinînkirî de,ta bighêje nivîsandina lêkolînê û belavkirina wê.

Herweha dinava bernameya rahênanê de ,rûniştinên derbarê sincên kar di rojnamegeriya pişkinînkirî de û celeb ango pir rengiya cenderî jî hene.

Armanca vê bernameya rahênanê – di riya NET re – ku nifşekî pîşekar ji rojnamevanên jin di warê rojnamegeriya pişkinînkirî de li Sûriyê di hundirê welat û dinava civakên ku wan pêşwazî dike bi afirîne,ewjî bi armanca hêzdana çanda lêpirsînê di riya rojnamegeriya baş û pîşekar de.

Li ser dirêjahiya 6 mehan ev pirograma rahênanê wê berdewam bike,û li ser 2 beşan,beşê yekem wê li ser dirêjahiya 3 mehan be,ku dê li ser rahênanên devkî û piratîkî bin,beşê diwem jî , kesên perwerdebûyî dê lêkolîneke pişkinînkirî pêkbînin.

Şert û mercên tevlîbûna bernameya rahênanê:

*Pêşkêşkirina bîreke lêkolîneke pişkinînê baş û neweşandî , mercekî serekeye,ku egera cîbicîkirina wê û gihiştina jêder û agahiyan bedrest û misoger be.

* karzanî û pisporiyeke berê di karê ragihandinê de.

* peymana nivîsandin û sozdariya bi lîsta bernameya rahênan û berhemhênanê li ser dirêjahiya 6 mehan.

Jibo beşdariya rahênanê:

Email bişînin vê edrêsê dibin navnîşana(bernameya rojnamegeriya pişkinînê), admin@sirajsy.net 

Pêwiste ev xal di Email ê de hebin:

  • Bîreke lêkolîneke pişkinînê li ser kesên Sûriyê li hundir û derveyî Sûriyê.
  • 3 lînkên berê derbarê karê rojnamegeriyê de.

Dema dawî ji pêşkêşkirinê re,31 çile/yenayir 2023 demjimêr 12 piştî nîva şevê li gorî dema Sûriyê.

By admin-z