Evîn Elo


Dema mirov li kilam û dengbêjiya kurdî guhdarî dike, di cih de bala mirov diçe ser dagerandina çîrokên wan, ku ewqasî dengbêjan bi zimanekî şayîk evîniya xwe, derdê bêçare û xemgîniya li ser nehembêzkirina yarên xwe hûnandine.
Civaka Kurd bi rêya stranbêj û kilamên wan ên mîna Karabetê Xaço “Lawikê Metînî”, Mihemed Arif Cizîrî “Eyşana Elî”, Seîd Yusif “Ez ji van gewran hez dikim esmerek ez kuştime”, Meryem Xan “Mihemedo Ronî”, Derwêşê Evdî û Zembilfiroş efsan, destan û serkêşên dem û dewran li dor wan geriyane nas dikin. Ji ber ku stranbêjan bi hunera xwe êş û kêfxweşiyên gundiyan bi gewde kirine, lewma mirov pesnê bejn, bal û şemala jinan, heybet û mêrxasiya mêran têde bêhn dike.
Civakeke sergihayî bû
Eger mirov bi kûrahî li hostetiya hunera wan çerxan binêre, em ê bibînin ku “bi gelemperî” li pêş çavên guhdarên xwe tu çînan ava nake û mîna civakeke baskokirî nayê dîtin, berovajî wê herikbariya zimanê wê civakê radixe berçavan.
Bi wê re bê hed û hesab derfeta ku jin hestên xwe di van kilam û stranan de derbirînin afirandine, ji xwe em vê nirxandinê li ser bingeha ristina bi dehan destanan dikin, ji wan a Zembilfiroş e ku li şûna ji hêla civakê ve were rexnekirin, heta roja îro hatiye veguhestin û parastin.
“Em ê çanda paqij a civakê vegerînin
“Malbata min tu carî rê li ber derketina min negirtine, lê dîsa jî dema ji malê derdikevim, dibêje ha ji xwe hebe û nabe tu vê û wê bikî ji ber ku dinya ne ya berê ye. Bes gava ez li stranên kevn guhdarî dikim û bi xwe jî dibêjim, bêhna min fireh dibe û dizanim ew ê rojek were û em ê jî tiştên di dilên xwe de bêjin û çanda paqij a civakê careke din vegerînin.” Rona Egîd a 13 salî û berpirsa Nivîsgeha Zarokan li ser vegotina xwe ji stranbêjiyê re wiha axivî.
Mamosta meteryala Muzîkê Betûl Hesen jî têkildarî perwerdekirina zarokan ev nirxandin kir: “Di warê perwerdekirina zarokan de, heta ji destên me tê em kilam û stranên hişmendiyeke aza di mêjiyê wan de ava bike, bi wan didin guhdarî kirin. Ji ber ku bi hemû qadên jiyanê hatiye lîstin û eger zarok li gorî vê rewşê mezin bibe ew ê civakeke kambax derkeve pêş.”
?Gelo dixwazin çi ji me re bibêjin
Me li jor got, bi gelemperî dengbêjî hunereke binirx vediçirîne, bê guman me ne vala vala hokera “bi gelemperî” nivîsand ji ber ku bi wê me xwest çend kilamên li guhên mirov xweş tên lê bi ponijîna li ser peyên wan eniya guhdêr tê qermiçandin, şîrove bikin ji wan hevokên di stranan de jî “Heft birayên te hene 7 xwişkên min hene ji bona xatirê çavên belek ez ê bikim berdêlî” Ev kilam ji hêla Seyîdxanê Boyaxçî ve hatiye gotin, ger mirov rola hunerê bîna berçavên xwe ku ew derxistina tişta herî nazik e, mirov tê digihêje ku ramaneke wilo bêheqiyê li bedewiya wê dike hem jî çandeke seqet dide rûniştin ji ber li gorî xwe çarenûsa hinên din diyar dike.
“Ji bo xatirê Xeydokê eşîr tevde di şer de ne, Ji bona xatrê Xeydokê xwîna 300 mêrî çû,” Şivan Perwer di strana Hay gidiyê Xeydokê de daneyeke wiha dide belav kirin, lê nabêje bila eşîr ji bo xatirê Xeyda şer bikin, ev jî nameyekê dide ku tiştekî bi vî rengî heye, lê rastî û çewtiya karvedanê ji guhdêr an jî rexnegiran tê xwestin.
Lê belê, Murad Demir di roja îro de ku ewqasî şerê tunekirin û hişmendiya paşverû tê kirin, berê guhdarên xwe di strana Şîlanê de bi hevoka “Bila deh mêr bimirin ji bo siya te” vedike.
Rexnegir Xalis Misewer sedem û rastiya hestên bi vî rengî wiha şîrove kir: “Jin ji van quretiyên wilo mezintir e û tucarî hesabên ne di cihê xwe de li ser xwe napejirîne, eger peyvên kuştin û biryardayîna li ser çarenûsa xeynî xwe hebin ji xwe ev ser zimanên mêr û mirtibên nandoz hatine gotin. Jinan her tim li gor tenikiya dilên xwe derdên kişandina evîna xwe destnîşan kirine ku peyv û awazên Eyşê Şan û …şahidên axaftina min in.”
“Gerek stranên me li gor demê bin
Hevserokê Sendîkeya Hunermendan a Herêma Cizîrê Mustefa Omer derbarê hilbijartina stranên ku bikêrî tomarkirinê tên de, ev agahî dan: “Mecaziyet an jî pêşketineke bi armanca bedewkirina hunerê ne şaş e, lê çi gotinên neyînî yên derheqê mijarekê de be nayên pejirandin, heta bi nêrîna min heke gotinên çandeke xirab di civatê de ava bike di stranên kevn de hebin em sererast bikin ji ber ku tiştên xirab zû belav dibin û bertekekê dedixe. Xalek din jî heye nepixandina berê ya di kilaman de wekî ez ê heta heft welatan li te bigerim û nizanim çî din jî, hewce nake gerek stranên me li gor serdemê be ku hestên nazik ên peyvên hevgirtî derkeve pêş, ev jî ji aliyên peywendîdar tê xwestin ku bi babetên wiha ve mijûl bibin û ne her peyan ji bo tomarkirina stranan hilbijêrin.”
Gelek caran tê gotin ku Kurd çawa dilivin, stranekê çêdikin lê belê hewcedariya me li gor li jor hate xuyakirin, ne bi her vegotinê heye û ne her lihevanîn û wêrekî jî li bejna me tê, nexasim em di serdemekê de berê her tiştî hatiye guhartin

Evîn Elo
Nivîskar û Rojnamevan

By admin-z