Byadmin-z

فبراير 4, 2023
Xelata ICFJ Knight International Journalism deriyê xwe ji namzetbûnê re vedike 




Li pêş rojnamevanên balkêş û jidilxwestî re,derfeta namzetbûnê ji wergirtina xelatekê re heye.

Navenda Rojnamevanên Navdewletî li namzetnan jibo wergirtina xelata Knight ya rojnamegeriya cîhanî digere.

Ev xelat hatiye dîzaynkirin jibo xelatkirina rojnamevanên ku di riya karên serkeftî û nûderanînên teknolocî re,nûçeyên herî pile bilind û balkêş berhem kirine , herweha agahiyên ku bandor li jiyana xelkên li welatên jinû şînhatî kiriye.

Kesên namzetkirî dikarin wek rojnamevan,yan rojnamenivîs,yan teknolocîker,yan rêvebirên rojnamevanî,yan hemwelatiyên rojnameger yanjî kesên nivîsînkar (tomarkar)  kar bikin.

Ev xelat erkê Navenda Rojnamevanên Navdewletî nîşan dide,di nav de jî hevaltiya Knight ya Rojnamegeriya Cîhanî ,û ji Sziya Knight Jon S .û James L piştgire.

Ev hevaltî jî jibo piştgirî û hêzdana nûderanînên rojnamegerî li derdora cîhanê hatine dîzaynkirin.

Navenda Rojnamevanên Navdewletî dê kesên serkeftî di xwarina şîvekê de, di 9 çiraya paşîn/November li Waşintonê xelat bike,û her kesekî serkeftî dê 10,000 $ US werbigre.

Herweha herkesekî serkeftî dê mertalekî rûmetê  kirîstal jî werbigre.

Dawî dema pêşkêşkirina daxwazan 17 sibat/February

https://buff.ly/3X7BcXS

By admin-z